09 Sibat 2017•Rojanekirin: 10 Sibat 2017
ANKARA
Serokwezîr Bînalî Yildrim û Alîkarê Serokê DYAyê Mîchael Pence di hevdîtina li ser têlefonê de di serî de mijara eskerî, di mijara têkoşîna dijî terorê û ewlehiyê de ji bo xurtkirina hevkariya dualî û ji holê rakirina ji hev du fêkirinên şaş, li hev du kirin.
Li gor agahiya ku ji çavkaniyên serokwezîriyê hat hildan, Serokwezîr Yildirim bi Pence re li ser têlefonê axivî.
Di hevdîtina li ser têlefonê ya bi semîmiyet hat kirin de her du alıyan li hev kir ku di mijara eskerî, ewlehî û têkoşîna dijî terorê de bı hev re tevbigerin.
Di hevdîtinê de Alîkarê Serokê DYAyê Pence ji bo têkiliyên navbera Tirkiye û DYAyê de îfadeya "rojeke nû" bikaranî.
Herwiha Pence ji bo eskerên îro li herêma El Babê şehîd ketin jî sersaxî da Tirkiyê û cardin dûbare kir ku wê di mijara têkoşîna dijî terorê de li bal Tirkiyeyê bin.
Serokwezîr Yildirim jî ji bo sersaxîdayina Pence spasî kir û ji bo wezîfeya wî ya nû jî ew pîroz kir.