04 Tebax 2016•Rojanekirin: 04 Tebax 2016
ANKARA
Hat ragihandin ku Serokwezîr Bînalî Yildirim, piştî hewla derbê ya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) bi sedema ku mitabaqata civakê xurt bibe, hezar û 500 dozên ku di nav da li dijî siyasetmedar, nivîskar û rojnamegeran jî hatibû vekirin, paşve kişand.
Li gor agahiya ku hat hildan, li ser navê Serokwezîr Yildirim, Tuba Kiliça parêzera wî duh ji 10emîn Dadgeha Cezayê Eslî ya Stenbolê ra daxwazname şand ku ew ji giliyê xwe poşman bûne.
"Vê gavê dem ew dem e ku em destpêkên nû bikin û rûpelên nû vekin"
Di daxwaznameyê da hinceta paşvekişandina giliyan wiha hat gotin:
"Vê gavê dem ew dem e ku divê em destpêkên nû bikin, rûpelên nû vekin, îqtidar û mixalefet divê mil bidin hev, piştgiriya hev bikin, cudahiyan li hev bînin. Gelê me di 15ê tîrmehê da destûr neda hewla derbê û bi vê tevgerê va mitabaqata civatî dîsa xurt bû û roj bi roj xurtir dibe. Gel û dewleta me me li welatê xwe, ala xwe û komara xwe xwedî derket. Di vê doza pîroz a ku gel û dewlet dimeşîne da muwekkîlê me Bînalî Yildirim jî xwest ku piştgiriyê bide vê aştiya civatî û mitabaqatê. Ji bo vê jî ji dozên xwe yên ku me li dadgeha we vekir, poşman bûye. Ji ber ku em ji giliyan poşman bûn, em dixwazin biryarên hewce û karên ku hewce dikin, werin kirin."