06 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 06 Berfanbar 2016
ANKARA
Doç. Dr. Fatîh Gursulê ji serşêwirmendên Kemal Kiliçdarogluyê Serokê Giştî yê CHPyê di lêpirsîna Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) da li Enqereyê hat binçavkirin.
Li gor agahiyan Gursul li ser telîmata Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê bi destê ekîbên Midûriyeta Ewlehiyê hat binçavkirin.
Doç. Dr. Fatîh Gursulê Hîndekarê Zanîngeha Stenbolê yê berê, demek ewil di lêpirsîna FETOyê da ji wezîfeyê hatibû dûrxistin.
Gursul di mijarên zanist, teknolojî û ragihandinê da şêwirmendiya Kemal Kiliçdarogluyê Serokê Giştî yê CHPyê dikir.