09 Adar 2017•Rojanekirin: 11 Adar 2017
BRUKSEL
Parlementera Duzceyê ya AK Partiyê Ayşe Keşîrê ragihand ku rêxistina terorê PKK şidetê li jin û zarokên keç dike, wan înfaz dike û herwiha mecbûrî xwekuştinê dike.
Li Parlementoya Ewropayê (PE) Civîna Komîteya Di Navbera Parlementoyan Da hat kirin. Li ser navê TBMMyê Parlementera Duzceyê ya AK Partiyê Ayşe Keşîr, Parlementera Gazîentabê ya AK Partiyê Canan Candemîr Çelîk û Parlementera Stenbolê ya CHPyê Gamze Akkuş Îlgezdî beşdarî civînê bûn.
Di komxebata "Rizgariya Ji Şidetê û Xurtbûn" ya ku di çarçoveya civînê da hat lidarxistin da qala destdirêjî û tundiya dijî jinê ya DEAŞ û Bokoharamê hat kirin. Parlementera Duzceyê ya AK Partiyê Ayşe Keşîrê jî li ser navê Tirkiyeyê mafê axaftinê wergirt û qala tundiya rêxistina terorê PKKyê ya dijî jinan kir.
- Şideta PKKyê ya dijî jinan derbasî girteyên PEyê bû
Keşîrê wiha xeberda, "Rêxistina terorê PKK, ku tu ferqeke wê ji DEAŞê tune, welatên YEyê jî wê wekî rêxistina terorê nas dikin û li welatê me çalakiyan dike, li gorî rapora Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan bi gefxwarinê zarokan direvîne û çekê dide destê wan. Keçên êzdî û zarokên keç ên kurd ên ji 15 salî piçûktir direvîne û dibe sedema destdirêjî, înfaz û xwekuştinê. Ez dixwazim ev li vir derbasî qeydan bin."
- "Me qanûna lihevkirinê ya ji 23 qalan pêk tê jî derxist"
Keşîrê bal kişand ku welatê ewil ê ku "Peymana Konsêya Ewropayê Ya Pêşîlêbirîna Tundiya Li ser Jinan û Nav Malbatê û Têkoşîna Dijî Van" a ku wek Peymana Stenbolê tê zanîn îmze kir Tirkiyey ye û wiha pê da çû:
"Me qanûna lihevkirinê ya ji 23 qalan pêk tê jî derxist. Li gelek welatên Ewropayê bi hinceta aboriya welêt va eva qanûna hê nehatiye derxistin, ez dixwazim ku balê bikişînim ser girîngiya avakirina Yekeyên Çavdêriya Pêşîlêbirîna Tundiyê."
Keşîrê destnîşan kir ku li Ewropayê gelek jinên xwendî merûzî tundiyê dimînin û got, "Ji bo çareseriyê dibê zihniyeta hem jin, hem mêr, hem jî hemû civakê biguhere, ya lazim ev e."
Anna Maria Corazza Bildta endama PEyê ya Swêdê û seroka rûniştinê li ser gotina Keşîrê got, "PKK li Ewropayê wek rêxistina terorê tê qebûlkirin."
Julie Warda endama PEyê ya Îngiltereyê diyar kir ku di mijara tundiya ser jinan da kirinên Qiraltiya Yekbûyî wek tiştekê bi rûmet nabîne û got, "Nikaribû Peymana Stenbolê ji parlementoya xwe ra derbas bike. Tiştê ku Tirkiyeyê kir nikaribû bikira."