Abdullah Tel
13 Adar 2018•Rojanekirin: 14 Adar 2018
DIYARBAKIR
Piraniya stada li Diyarbekirê ku wek "dostê astengdaran" tê hesibandin û ji hêla Wezareta Spor û Ciwaniyê û Serokatiya Îdareya Avahiyên Komî (TOKÎ) va hat avakirin, li ber qadandinê ye.
Stada li Kayapinara navçeya navendî ku di qadeke ji 158 hezar metreqereyî pêk tê da li gor standartên UEFA û FIFAyê hat avakirin tevlî bajêr wê di xizmetê herêmê da be jî. Heta du mehan wê stad bê vekirin û di nav stadên bijartî yên Tirkiyeyê da wê cih bigire. Li tesîsa 6 qatî sewaxkirin û boyaxkirina dîwaran temam bû çîmenên sehayê jî hatin raxistin.
Skorboard (ekranê skorê nîşan dide), restoran, cafe, eywanên VIPê, trîbuna çapemeniyê, otopark, cihê ketina temaşevan û sporvanan bi awayê herî çêtir hatin dîzaynkirin. Di otoparkê da 306 ji bo astengdaran bi tevahî cihê 2 hezar û 340 wesayîtî heye.
Astengdarên wesayîtên xwe park bikin wê bikaribin bi 21 asansoran va derkevin qata ku dixwazin lê pêşbirkê temaşe bikin.
Alîkarê Midûrê Giştî yê Sporê yê Wezareta Spor û Civaniyê Dursun Turkê ku li tesîsê mêze kir, daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku li seranserê Tirkiyeyê ji bo avakirina 36 stadan hewl didin û heta niha 15 heb temam kirine û ji bo temambûna 11 hebî jî dixebitin.
Turk ragihand ku ji sedî 98ê stada li Diyarbekirê ku 3 sal berê xîmê wê danîbûn temam e û heta 2 mehan wê bikeve xizmetê.