DIYARBAKIR
Sûra ku navçeyeke dîrokî ya Diyarbekirê ye û di encama êrîşên terorîstên PKKyî da derbeyeke mezin xwar û kavil bû, dê 2 milyarî zêdetir lireyê terxankirî va bibe navendeke cazîbeyê.
Navçeya Sûrê ku di seranserê dîrokê da mazûvaniya 33 şaristaniyan kiriye, di encama êrîşên terorîstan ên bibombe û çalên ku bi destê terorîstan hatin kolandin da bi piranî rûxiya. Niha ji bo ku Sûr cardin bibe navenda cazîbeyê Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê, Midûriyeta Giştî ya Weqfan û Şaredariya Sûrê projeyan amade dikin û van projeyan yek bi yek disepînin.
Herwiha bi van projeyên ku tên amadekirin va avahî û xaniyên ku dîmena dîrokî ya navçeyê xirab dikin jî ji holê tên rakirin û berhemên ku di êrîşa terorîstan da zirar dîtin jî li gorî eslê xwe tên restorekirin.
Armanca xebatên bi vî awayî ew e ku hemû berhemên dîrokî û çandî yên li Sûrê ku mohra gelek şaristaniyan li ser e, ji nifşên paşerojê ra bimînin.

- Xebatên rûxînê û paqijkirina kavilan temam bûn
Seba xebat di kurtedemekê da kuta bibin, Lijneya Wezîran di 25ê Adara 2016an da bilez biryar stand ku dewlet erdê devera navborî bikire û paşê jî zirara ku terorîstan da navçeyê hat tespîtkirin.
Xebatên rûxînê û paqijkirina kavilan temam bûn. Li rexê vê di çarçoveya Plana Îmara Parastinê da xebatên binesaziyê dest pê kirin.
Di vê çarçoveyê da projeya ava vexwarinê, qanal û baranê ya 53 hezar mêtro dirêj e, hat temamkirin. Bi projeya bi Midûriyeta Giştî ya Rêbejê ra hat îmzekirin ji bo rêya di navbera Deriyê Mêrdînê û Dag Kapiyê da proje hat amadekirin.

Li dorbera Mizgefta Hz. Silêman qadeke 115 donim ji bereqeyan hat paqijkirin.
Wezaretê li derdora Mizgefta Fatîhpaşaê (Kurşunlu) ji bo çêkirina 31 restorantan proje amade kir.
Ji bo agahdarkirina welatiyan du ofîsên agahdarkirinê hatin vekirin û bi 5 hezar kesên xwediyê mal û milk ra xeberdan.
- Li gor mîmariyê avahî tên çêkirin
Ji welatiyên malên wan di êrîşên endamên PKKyê da xera bûn li texma Çolguzelî û Uçkuyuyê TOKÎ 5 hezar û 637 avahî tên çêkirin.
Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê li nav Sûrê ji bo çêkirina 44 avahiyên li gor mîmariyê temel avêt.
Xebatên çêkirin û nûkirinê wê li gor çanda kevneşopî, taybetmendiyên avahîsazkirinê û rêbazên tenduristiyê bên kirin.
- Xebat li gor rêbazên navneteweyî tên kirin
Sûr ji ber ku wek mîrata dinyayê hatiye qebûlkirin û herêma sîtê ye xebatên li Sûrê li gor qanûna hejmara 6306an tên kirin, li gor rêbazên neteweyî û navneteweyî tên meşandin.
Kîjan xebat tê kirin bila bê kirin, divê Wezareta Turîzm û Çandê destûrê bide.
- Wê ji bircan bilindtir nebe
Avahiyên ku wê li Sûrê bêne çêkirin wê ji bircan bilindtir nebin. Avahî 2 qatan, avahiyên ticaretê jî wê 3 qatan bilindtir neyên çêkirin.
Hemû avahiyên kamuyê yên bilind ên ku ne li gor vê astê ne wê bên xirabkirin.

- Avahiyên dîrokî tên restorekirin
Navçe hema bê wek muzeya servekirî ye. Ji ber ku mensûbên PKKya rêxistina terorê çal lê vedan, barîkat danîn, li kolan û kuçeyan teqemeniyên destçêkirî çal kirin, gelek avahiyên dîrokî zirar dît. Ji bo ku ev avahî werin restorekirin Midûriya Giştî ya Weqfan dixebite.
Midûriya Giştî ya Weqfan 11 avahiyên ku di êrîşan da xerab bûn restore dike. Di nav van da 2 dêr jî hene. Di êrîşan da Mizgefta Mezin, Mizgefta Fatîh Paşayê (Mizgefta Kurşunluyê), Mizgefta Fatîh Paşa çaviya Şafiiyan, Mizgefta Şeyh Mutahhar, Minareya Çarling, Dêra Katolîk a êrmeniyan, Dêra Protestanan, Mizgefta Ereb Şêx, Mizgefta Qadiyê, Mescida Hasirliyê û Mizgefta Nasuh Paşa piştî xebatê wê dîsa bibin wek berê.
- Budçe hat kifşkirin
Ji bo restorasyonên Sûrê 40 milyon lireyê were xerckirin. Ji aliyê din va di çarçoveya projeyên Bernameya Piştgiriya Navendên Cazîbe ya Wezareta Pêşketinê da xebatên restorekirina hemamên Paşa û Çardakliyê û Qonaxa Şehzadeyan jî dest pê kir. Ji bo van her sê avahiyan, 3 milyon lire hat veqetandin û wê îsal were temamkirin
- Projeya Geliyê Dîcleyê
Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê "Projeya Qada Rekreasyonê ya Geliyê Dîcleyê" amade kir, bi vê projeyê va li Diyarbekirê sîlueteke nû wê çêbibe. Bi projeyê va Geliyê Dîcleyê wê wek qada rekreasyonê (qada keskahiyê, parq, baxçe, qada bêhnvedanê, meşê) were çêkirin.
Bi tu awayî di nav 10 hezar û 955 donim erdê ku newala Dîcleyê jî tê de ye avahî nayê çêkirin. Newala Dîcleyê û bexçeyên Hewsela li gorî plana masterê dê mîna berê bên mihafezekirin.
-"Dê bibe cihê jiyanê yê herî girîng"
Newala Dîcleyê weke eslê xwe dê bê parastin û bibe cihê jiyanê. Li newala Dîcleyê cihên şênayî, rêyên bisîklêtê, golên biçûk, meydanên fireh, tesîsên civakî, cihên sporê û qadên rekreasyonê bên avakirin. Bi van cihên nû dê newala Dîcleyê bibe cihekî girîng.
Gava ewil ya projeyê ji Pira Dehderî û girê Kirklarê dest pê bike. Piştî ku proje temam bibe li bajêr û derdora bajêr cihên seyran û şahiyê dê bên avakirin. Newala Dîcleyê li gorî eslê xwe dê bê parastin û cihên nû bên avakirin.
- "Hedefa me 50 milyon turîst in"
Wekîlê Şaredariya Sûrê Bîlal Ozkan daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got Sûr dilê Diyarbekirê ye. Ozkan got ku ev 10 hezar sal e bênavber li navçeya Sûrê jiyan berdewam e û sala 639an de jî bûye misilman.
Ozkan destnîşan kir ku ji ber êrîşên PKKya rêxistina terorê navçeyê zirareke mezin dîtiye û wiha peyivî: "Ji bo Sûrê niha projeyên me yên bihayê wan 2 milyar lireyî zêdetir digre hene. Bi saya van projeyan piştî 3 salan navçeya me wê bibe navenda turîzmê. Bi tenê Tirkiye ne, li hemû dinyayê wê bibe navenda turîzma çandê, dîrokê û baweriyê. Hedefa me ew e ku di salekê da 5 milyon turîst bibin mêvanê me. Serokomarê me Recep Tayyîp Erdogan û Serokwezîr Bînalî Yildirim jî projeyên me ji nêz va dişopînin. Bi saya van projeyan em ê berhemên çandê yên ku keda 33 medeniyetan jî tê de hene wê ji nifşên nû re bimîne."