17 Tebax 2018•Rojanekirin: 18 Tebax 2018
ANKARA
Dîmenên operasyona tê da Îsmaîl Ozdenê ji serkêşên PKKyê û endamê konseya rêveberiya KCKyê ku bi navê "Mam Zekî Şengalî" dihat zanîn hatibû kuştin hatin weşandin.
Ozdenê qaşo berpirsyarê Şengalê û endamê konseya rêveberiya rêxistina terorê di lîsteya "sor" a "Terorîstên lê digerin" ya Wezareta Karên Navxweyî da cî digirt. Wezareta Parastinê diyar kir ku di encama operasyona hevpar a MÎT û Artêşa Tirkiyeyê da Ozden hat berterefkirin.
Terorîstê di lîsteya sor da wiha hat kuştin
Dîmenên operasyona tê da Îsmaîl Ozdenê ji serkêşên PKKyê û endamê konseya rêveberiya KCKyê ku bi navê "Mam Zekî Şengalî" dihat zanîn hatibû kuştin hatin weşandin.
17.08.2018
Dîmenên operasyona di çarçoveya "li çavkaniyê têkoşîna dijî terorê" da hat kirin derketin holê. Li gor vê teyareyên bêmirov konvoya wesayîta Mam Zekî Şengaliyê berpirsyarê gelek êrîşan û qaşo ji rêvebirên rêxistina terorê tê da bû hildan teqîbatê. Di operasyona ji hewayê ra hat kirin da wesayîta Ozden hat lêxistin. Terorîst ji wesayîtê derxistin û li wesayîteke din kirin ku birevînin, Artêşa Tirkiyeyê vê carê jî wesayîta din îmhe kir.
Navê Bedirhanê 11 mehî yê ku li Yuksekovaya navçeya Hekariyê bi Nurcan Karakayaya diya xwe ra di teqîna teqemeniya terorîstên PKKyî da hatibû şehîdkirin dan operasyona serkeftî.