Muhammet Kurşun
28 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 29 Tîrmeh 2017
ÎSTANBUL
Hat ragihandin ku Agirkujiya Stenbolê mudaxeleyî 214 darên di bagerê de ji cihê xwe rabûn, 296 banên firiyan kir û şaredariyê jî gelek rêyên qirêjbûyî paqij kir.
Li gor daxuyaniya Şaredariya Stenbolê, barana ku di nava rojê de bigurî bariya êvarî kêm bû û bager jî sekinî.
Şaredar Kadir Topbaş li serê Navenda Kordînasyona Afetê sekinî û xebat meşandin.
Ji ber baran û bagera bişidet li Beykoz, Buyukkçekmece, Bahçelievler, Gungoren, Fatih, Uskudar, Beyoglu, Bakirkoy, Şişli, Kadıkoy û navçeyên din xisareke mezin hat meydanê.
Agirkujiya Stenbolê mudaxeleyî 214 darên di bagerê de ji cihê xwe rabûn, 296 banên firiyan kir û şaredariyê jî gelek rêyên qirêjbûyî paqij kir.
Ji şaredariyê 100 personelî arîkarî gihandin xelkê.
Ji bo bûyerên neyênî jî 7 hezar û 350 personel, hezar û 194 wesayit dixebitin.