Abdullah Tel
18 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 19 Rêbendan 2019
ANKARA
Tevgera Guherîna Di Nav 10 Salan Da (10 Year Challenge) ku ji hefteya borî vir va ji ser Facebooka malpera parvekirinên civakî belav dibe bû sedema nîqaşê.
Li gor nûçeya CBS Newsê pisporên bi mijara hişê çêkirî ra eleqedar in dibêjin ew kesên ku di çarçoveya "Tevgera Guherîna Di Nav 10 Salan Da" wêneyekî xwe yê 10 sal berê û ya niha didin berhev û parve dikin dibe ku bi kêrî pergala pêşxistina algorîtmaya rûnaskirinê bê.
Prof. Dr. Amy Webb a li Fakulteya Kompanya ya Stern a Zanîngeha New Yorkê wezîfedar e got ku ew tevger ji bo hînbûna hişê çêkirî firsendeke bêhempa ye û bi saya pergalê Facebook wê guherînên biçûk ên li ser dîmenên bikaranînên xwe wê çêtir ferq bike.
Ji nivîskarên Wireda malpera nûçeyên teknolojiyê Kate O'Neillê jî tevger wekî "kêfxweşiyeke ji rêzê" qebûl nekir û di vê mijarê da gotarek nivîsî û weşand.
Di gotara xwe da O'Neillê got ku guherîna li ser wêneyên mirovan a di nav 10 salî da ji bo teknolojiyeke ku hewl dide guherînan ferq bike firsendeke bêhempa ye.
Li ser nîqaşan Facebookê jî daxuyaniyek weşand û ragihand ku tu eleqeya wan bi wê tevgerê tuneye, endamên Facebookê tevger dane destpêkirin.
Tevgera ewilî ji ser Facebookê dest pê kir di demeke kurt da li ser Instagram û Twitterê jî belav bû û endamên herdu malperên parvekirinên civakî wêneyên xwe yên 10 sal berê û yên niha dan berhev û parve kirin.
Facebook ji bo endamên xwe yên ku bi kî/kê ra wêne kişandine nas bike bi salan e bernameya rûnaskirinê bi kar tîne.