Nihat Kavşut
22 Îlon 2017•Rojanekirin: 23 Îlon 2017
ANKARA
Tezkereya Serokwezîriyê ya li Iraq û Sûriyeyê ji bona operasyona derveyî sînor tê xwestin destûra di destê hikûmetê da salek bê dirêjkirin pêşkêşî Serokatiya Meclisê kirin.
Di tezkereya bi îmzeya Serokwezîr Bînalî Yildirim şandin Meclisê da wiha hat gotin: "Li ser sînorên başûr yên Tirkiyeyê ji ber geşedanên diqewimin û pevçûnên dewam dikin talûke û gefên dijî ewlehiya me ya neteweyî her diçe zêde dibin."
Di tezkereyê da hat destnîşankirin Tirkiye girîngiyê dide yekîtiya axa Iraqê, yekîtiya neteweyî û parastina hizûr û îstiqrarê û wiha hat gotin: "Li Iraqê PKK û DEAŞ hebûna xwe berdewam dikin û geşedanên rê li ber cudakariya nijadî vedikin ji bona ewlehî, îstiqrar û ewlehiya welatê me talûke û gef in. Di serî da PKK/PYD-YPG û DEAŞ li Sûriyeyê rêxistinên terorê hebûna berdewam dikin û êrîş û çalakiyên wan ên dijî welatê me jî dewam dikin."
Di Tezkereya Serokwezîriyê da hat diyarkirin ji bo hizûr, aramî û ewlehiyê bi dewletên din ra xebatên ewlehî û diplomasiyê tên berdewamkirin û wiha hat gotin: "Di çarçoveya hemû geşedanan da li hember hemû gef û lalûkeyên dijî ewlehiya me ya neteweyî li gor hiqûqa navneteweyî gelek girîng e tevdîr bên hildan."
Di tezkereyê da hat destnîşankirin herî dawîn di 1ê cotmeha 2016an da bi biryara Meclisê ya bi jimara 1128an tezkereya ji bo operasyonan destûrê dide hikûmetê heta 30yê cotmeha 2017an hatibû dirêjkirin û wiha hat gotin: "Di vê çarçoveyê da dema ku heta 30yê cotmeha 2017an hatibû dirêjkirin li gor benda 92yemîn a destûra bingehîn salek din jî bê dirêjkirin."