19 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 20 Cotmeh 2016
ANKARA / TAŞKENT
Bi hewla Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu va di Civîna Konsêya Wezîrên Karên Derva ya 43yan a Teşkîlata Hevkariya Îslamê (THÎ) da Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) wek rêxistina terorê hat îlankirin.
Wezîr Çavuoglu piştî civîna THÎyê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî got, "Ji ber ku guh dan hesesiyetên me û piştgirî dan me û FETO wek rêxistina terorê îlan kirin ji THÎyê ra sipas dikim."
Çavuşoglu got ku li Taşkenta paytextê Ozbekistanê piştî xebatên ku 2 rojan ber xwe dan THÎyê FETO wek rêxistina terorê îlan kir, ev "destpêkeke girîng" e.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên dîplomatîk hatin hildan di Civîna Konseya Wezîrên Karên Derva ya 43yemîn a THÎyê da biryarên ku ji bo Tirkiye û alema Îslamê gelekî girîng in hat hildan.
Di civînê da hewla derbeyê ya bixwîn a ku FETOyê xwest li Tirkiyeyê bibe serî hat şermezarkirin, piştgirî dan tewdîrên ku li hemberî vê rêxistinê hatin hildan. Di civîna Wezîrên Karên Derva da jî FETO wek rêxistina terorê hat îlankirin.
Di nav mijarên ku Tirkiyeyê di civînê da pêşkêş kir û hatin qebûlkirin da Rêxistina Terorê ya Fetullah Gulen, Kêmnetewên Tirk ên Misilman ên li Rojavayê Trakyayê, nifûsa Misilmanên li donzdeh giravan, tatarên misilman ên li Kirimê, qeyrana mirovahî ya li welêt û Sûriyeyê, rewşa li Qibrîs û Somaliyê û JASTA hebû.