22 Tebax 2016•Rojanekirin: 22 Tebax 2016
RIO DE JANEIRO
Di lîstikên Olîmpiyata Rîo 2016an de Tirkiye di rêza madalyayan de bû 41emîn.
Pêşbirkên olîmpiyatê li Rîo de Janeîroya bajarê Brezîlyayê hatin lîstin û dawî bûn.
Tirkiyeyê madalyayeke zêr, 3 madalyayên zîv û 4 madalyayên bronz bi giştî 8 madalya qezenc kir û bû 41emîn.
Tirkiyeyê ji gulaşê 5, ji halter, tekvando û atletîzmê jî madalyayek qezenc kir.
Di lîstikên olîmpiyatê de Amerîkayê 46 zêr, 37 zîv û 38 bronz bi giştî 121 madalya qezenc kir û bû yekemîn. Piştî Amerîkayê Îngiltere bi 67 madalyayan ve bû dûyemîn. Çîn bû sêyemîn.
Brezîlyaya ku mazuwaniya olîmpiyatan kir jî, bi 19 madalyayan ve di rêza 13emîn de cihê xwe girt.