07 Îlon 2016•Rojanekirin: 07 Îlon 2016
NEW YORK
Arîkarê Serokwezîr Nûman Kurtulmuş di televîzyona CNNê de di weşana zindî de bersiva pirsan da. Têkiliya DYAyê ya bi teşebûsa derbeyê ya di 15ê temûzê de re hat pirsîn, li ser vê Kurtulmuş ev nirxandin kir:
"Di destê me de delîlên hêzdar ên nîşan didin ku teşebûsa derbeyê ya di 15ê temûzê de bi Gulenê ku li Pensîlvanyayê dijî re têkildar e hene. Komeke wir teşebûsa derbeya eskerî kir lê wêrekiya gel, berxwedana ku nîşan da demokrasiya tirkan xilas kir. Di destê me de gelekî delîlên nîşan didin ku têkiliya derbekerên di nav artêşê de bi Fethullah Gulen re heye, hene."
Arîkarê Serokwezîr Kurtulmuş li ser pirsa "Tirkiye bawer nake ku rola birêvebiriya DYAyê di derbeyê de heye, ne wisa?" got ku "Nexêr, em wek fermî nafikirin ku têkiliya birêvebiriya DYAyê bi derbeyê re heye. Fethullah Gulen berpirsyar e. Daxwaza me ya ji birêvebiriya DYAyê ew e ku bila yan wî îade bike yan jî heta pêvajoya îadekirinê bigihêje encamê wî binçav bike."
Kurtulmuş qal kir ku di navbera DYA û Tirkiyeyê de komîsyoneke du alî ya ku ji hiqûqnasan pêk tê hat avakirin û her du alî jî li ser vê mijarê dixebitin û got ku ji rayedarên DYAyî re gelek delîl şandin, dosye di destê daraza DYAyê de ne û pêvajoya îadeyê dê wext bigire.
- "Tirkiye di têkoşîna dijî DAEŞê de serkêşiyê dike"
Kurtulmuş li ser pirsa "Gelo têkoşîna Tirkiyeyê ya dijî DAEŞa rêxistina terorê têrî dike yan na?" wiha axivî:
"Tirkiye di têkoşîna dijî DAEŞê de serkêşiyê dike. Gelek rêxistinên wekî DAEŞ, PKK, PYDya li bakurê Sûriyeyê û komên marksîst ên ku Tirkiyeyê hedef digirin hene û FETO jî di nav van de ye. Ji tîrmeha borî vir ve sê rêxistinên terorê Tirkiyeyê hedef digirin. Tirkiye jî hewl dide ku sînorên xwe biparêze. Em di çarçoveya Herekata Mertala Firatê de jî piştgiriya lojîstîk didin Artêşa Sûriyeya Azad."
Kurtulmuş qeyrana penaberan jî nirxand û got ku Tirkiye ev pênc salên dawîn e ku bi penaberên ku ji Sûriyeyê tên re rû bi rû ye, mazûvantiya ji 3 milyonî zêdetir penaberî dike û ev jimar dibe ku teqabûlê jimara penaberan a ku DYAyê di 50 salên dawîn de qebûl kiriye, dike.
Kurtulmuş got ku Tirkiyeyê barekî gelekî giran hildaye ser xwe lê belê têkiliyên dîrokî yên welêt bi gelê Sûriyeyê re heye û welêt ji penaberên sûriyeyî re deriyên xwe vekirin û diyar kir ku ji bo penaberên sûriyeyî heta niha ji 15 milyar dolarî zêdetir pere hat xerckirin.
Kurtulmuş qal kir heta ku ji qeyrana li Sûriyeyê re çareserî neyê dîtin dê pirsgirêka Tirkiyeyê û Ewropayê ya penaberan xilas nebe.