Abdullah Tel
30 Hezîran 2017•Rojanekirin: 30 Hezîran 2017
ANKARA
Serokwezîr Bînalî Yildirim der heqê têkiliya di navbera Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê da got: "Têkiliya Yekîtiya Ewropayê û Tirkiyeyê gelek kevn e. Ji 40 salî zêdetir e hema bêje qasî nîvê sedsalê ye Tirkiye dixwaze bibe şirîkê Yekîtiya Ewropayê. Yên paşê hatin derbas bûn çûn lê em hê jî hevdîtinan dikin. Li vê derê nêrîna me eşkere ye, Yekîtiya Ewropayê piştî biryara veqetînê ya Îngiltereyê divê careke din bifikire û vîzyona xwe ya ji bo pêşerojê zelal bike û raxe pêş çavan û rê li ber tevliheviya hiş bigire. Em vê pêşniyaz dikin. Tirkiye ji dil û can dixwaze bibe endamê Yekîtiya Ewropayê."
Serokwezîr Yildirim piştî hevdîtina ku bi Serokwezîrê Macaristanê Vîktor Orban ra kir li Qesra Çankayayê civîna çapemeniyê ya hevpar hat kirin û li wir axivî.
Yildirim got ku îro serê sibehê Civîna Hevkariya Stratejîk a Asta Bilind ya Sêyemînd i navbera herdu welatan da hat kirin û ji her aliyî 6 wezîrî di civînê da cih girt.
Di axaftina xwe da Yildirim ji bo endamtiya Yekîtiya Ewropayê got: "Em ji dil û can in lê ev kar herî dirêj dibe, pirsên li ser gelo wê bibe jî zêde dibin. Li cem me gotinek heye 'bila zêde naziya nekin'. Di vê mijarê da piçek zûtir gav avêtin wê çêtir be."