Haydar Şahin
24 Sibat 2018•Rojanekirin: 25 Sibat 2018
ANKARA
Piştî ku Amerîkayê diyar kir ku ew ê di gulanê da Balyozxaneya xwe ya li Tel Evîvê barî Qudsê bike Wezareta Karên Derva daxuyanî da û got, "Li dijî biryara Amerîkayê ya ku dibe sedema fikaran, Tirkiyeyê ji bo parastina mafên meşrû yên gelê Filistînê bi piraniya civaka navneteweyî ra xebatan bidomîne."
Di daxuyaniya Wezaretê da hat destnîşankirin ku Amerîkayê biryar da ku Balyozxaneya li Tel Evîvê barî Qudsê bike, ev biryara nîşan dide ku Amerîka binpêkirina hiqûqa navneteweyî, biryarên li ser Qudsê yên Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî didomîne û di vê helwesta xwe da israr dike.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin:
"Mixabin Amerîka bi vê biryara xwe va nîşan dide ku dengê wijdana civaka navneteweyî ya ku di biryarên Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî û Danezana Encamnameya Lûtkeya Derasayî ya Teşkîlata Hevkariya Îslamî da tê dîtin nabihîze an jî guh nadê. Li dijî biryara Amerîkayê ya ku dibe sedema fikaran, Tirkiyeyê ji bo parastina mafên meşrû yên gelê Filistînê bi piraniya civaka navneteweyî ra xebatan bidomîne."