Nihat Kavşut
30 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 01 Sibat 2018
VAN
Travertenên li Başqaleya navçeya Wanê ku dişibin travertenên li Pamukkaleyê bi taybetî di zivistanê da xweş xuya dikin.
Travertenên ku li taxa Dereîçiyê ya 35 kîlomêtro dûrî navçeyê ne û li bilindahiyeke 2 hezar û 400 mêtro cî digirin dişibin travertenên li Pamukklaye navçeya Denizliyê.
Travertenên li herêmê bi taybetî zivistanê xweş xuya dikin û wênekêş eleyeqeke mezin nîşan didinê.
Hin welatiyên tên serdana travertenan ji ber ku bawer dikin şifa ye ava bikukurt dixwin.
Abdulselam Ozturkê Qaymeqam û Wekîlê Şaredar daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku navçe ji hêla dîrokî û tebîetê va dereke dewlemend e û got ji ber terorê baş nayê nasandin, lê heta ji destê me tê em alîkariyê didin.
Harun Ozarasê welatî yê li travertenan rêberiya tûrîstan dike destnîşan kir ku herêm dereke xweş e û divê bê ziyaretkirin.
Reşît Kayayê li taxê rûdinê diyar kir ku bi hatine hizûrê ra hejmara ziyaretvanan zêde bû û got divê pirsgirêka rê bê çareserkirin.