10 Mijdar 2015•Rojanekirin: 11 Mijdar 2015
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji bo ku xebatên der barê Lûtkeya Serokan a G20ê de lêkolînan bike hat Navenda Çapemeniyê ya Navneteweyî ya Antalyayê û bersiva pirsên rojnamevanan da.
Hat diyarkirin ku dê yek ji madeyên herî girîng ên rojeva lûtkeyê Sûriye be û pirsa bi taybetî Cerablûs gelo operasyoneke bejahiyê ya dijî DAEŞê di rojeveyê de ye an na hat kirin, li ser vê yekê Serokomar Erdogan wiha axivî:
"Em divê vê bi awayekî gelek eşkere nîşan bidin. Di serî de mijara DAÎŞê pêngavên ku dê Tirkiye hem tenê serê xwe hem jî bi awayekî kolektîf, hem jî wek hêzên koalîsyonê ji bo hemû rêxistinên terorê yên ku ji Tirkiyeyê re tehdît in, avêtin û dê biavêjin hene. Di cihên din de jî heke hewce bike dê derfeta wan çêbe ku baregehên me bi kar bînin. Em di vê mijarê de biryardar in, em dê vê biryardariya xwe bi awayekî gelek eşkere nîşan bidin. Me şeva din bi Birêz Obama re hevdîtineke ser vê mijarê ya bi qasî 45 deqîqeyan kir. Me wir her wiha li ser van xeber da. Ji ber ku helwesta hêzên koalîsyona dijî rêxistina terorê ya ku dê em ava bikin û me ava kiriye ya dijî DAEŞa rêxistina terorê gelekî girîng e. Lê belê welatên hawirdor bi taybetî bi gotina 'Em li DAİŞê dixin' sivîlan dixin, wekî lêxistina tirkmenên Bayirbûcakê tişteke ku mirov bikare xweş bibîne nîne. Em ev bi taybetî xist bîra wan, me got, em dibêjin. Vir jî jixwe tu carî terora navneteweyî, giraniya ser Sûriyeyê, der barê pirsgirêka penaberan de serenava xwarina me ye."
- "Tişteke wekî herêma tampon tune"
Erdogan li ser pirsa "Di mijara avakirina herêma tampon de tezên Tirkiyeyê li holê ne. Gelo hûn difikirin ku gihane vê astê?" got ku "Carekî vê bûyera herêma tampon ji lîteratura xwe derxînin. Tişteke wekî 'herêma tampon' ne mimkûn e."
Serokomar Erdogan got ku Tirkiyeyê serenavên "herêma ji firê re qedexe", "herêma ji terorê hatiye paqijkirin" û "perwerde û bi çek bike" anî rojevê û daxuyaniya xwe wiha berdewam kir:
"Di mijra perwerde û biçek bike de jixwe ji serî ve xebatên me berdewam dikin. Di mijara herêma ji terorê hatiye paqijkirin de welatên dost jî êdî hatin vê xalê. Di mijara ji firê re qedexe de, di mijara operasyona bejahiyê de û hewayiyê de geşedanên erênî hene, em vê dibînin. Ji ber ku ev jî hatiye qebûlkirin. Yê ku bûyer tê serî wî em in. Ew tabiî kî gelek derveyî bûyerê ne. Ji ber ku tê serê me em dikarin gelek tiştan di cî de tespît bikin û bibînin. Li Helebê çi diqewime, çi dibe herî baş em dizanin. Li Helebê kesên ku bi Tirkiyeyê re xizm in dijîn. Heleb yek ji bajarên herî mezin ên Sûriyeyê ye û nifûsa wî digihêje 2 milyonî. Lê belê bûyera Cerablûsê, mijara Ezazê ev mijarên gelekî stratejîk in. Heqeten hûn biryardariya me ya di mijara derbasbûna rojavayê Firatê de dizanin. Tu kes nikare derbasî rojavayê Firatê bibe, em di vê mijarê de gelekî biryardar in. Çend roj beriya niha teşebûs kirin, çi hewce dikir hat kirin. Hesasiyetên me yên di vê mijarê de, ji niha pê ve jî dê bi awayekî gelekî cuda berdewam bike. Divê vê yekê hem gelê min hem jî hemû dinya bizane."