08 Nîsan 2017•Rojanekirin: 08 Nîsan 2017
ANKARA
Kalinê Berdevkê Serokomariyê der barê êrîşa esmanî ya DYAyê li Sûriyeyê dijî baregeha rejimê kir da wiha got: "Rêvebiriya Trump li dijî sûcê mirovahiyê yên rejimê helwesteke eşkere nîşan da û ji bo pêvajoya siyasî nîşan da divê rejima Esed dev ji îdiaya xwe berde ku hêzek e meşrû ye."
Îbrahîm Kalin di televizyona CNN Internationalê da li ser têlefonê bû mêvanê Cristiane Amanpourê û geşedanên li Sûriyeyê nirxand.
Kalin li ser pirsa Amanpourê ya "Tevî Tirkiyeyê gelek dewletan piştgirî dan hewla leşkerî ya DYAyê. We êrîşa leşkerî wek 'bertekeke erênî' nirxand. Li gorî we wê çi bibe? Gelo wê di pêşerojê da rejim dev ji emilandina çekên kîmyewî berde?" wiha xeberda: "Hêviya me ew e. Jixwe ji ber vê sedemê do êvarê me piştgirî da êrîşa esmanî ya li dijî Baregeha Esmanî ya Şayratê li herêma Humusê."
Kalin axaftina xwe wiha domand: "Rêvebiriya Trump li dijî sûcê mirovahiyê yên rejimê helwesteke eşkere nîşan da û ji bo pêvajoya siyasî nîşan da divê rejima Esed dev ji îdiaya xwe berde ku hêzek e meşrû ye."