Türkan Tosun
05 Adar 2018•Rojanekirin: 06 Adar 2018
VAN
Bajarê Wanê li bendê ye ku di betlaneya Newrozê ya 13 rojan de 100 hezar turîstên Îranî bên bajêr û mazûvaniya wan bê kirin.
Turîstên ku di betlaneyê de ji Îranê diçin Wanê, bi dan û stendinê û gera di nav bajêr de ji bo esnafan dibin sedema kêfxweşiyê
Esnaf ji bo ku xizmetê bidin turîstên ji Îranê amadehiyên xwe dikin.
Serokê Lijneya Rêveberiya Herêma Wanê ya Yekîtiya Şirketên Gerê ya Tirkiyeyê Cevdet Ozgokçe ji nûçegihanê AAyê re daxuyand betlaneya Newrozê di 18ê adarê de dest pê dike, heta meha nîsanê dewam dike.
Ozgokçe got Îraniyên ku di betlaneya Newrozê de bêne Wanê dê ji bo turîzm û aboriya bajêr bibin alîkar û wiha axivî: "Bi rêwiyên transît va armanca me ew e ku em 100 hezar turîstên Îranî bikin mêvan. Armanca me ew e ku em li Wanê mazûvaniya 50-60 hezar turîstên Îranî bikin. Ji ber wê gel û esnafên Wanê amadehiya xwe dikin."
- Bi rezervasyonan ve otel ji sedî 80 tije bûn
Serokê Yekîtiya Odeyên Pîşesaziyê û Esnafan a Wanê Muhîttîn Aydemir jî got beriya betlaneya Newrozê li bajêr hêdî hêdî qerebalixek çêbûye.
Aydemir got par 500 hezar turîst hatin, îsal ew li bendê ne ku 800 hezar turîstên Îranî bên.
Aydemîr anî ziman ji bo ku turîst bi kêfxweşî vegerin welatê xwe ew bi esnafan re sohbetê dikin ku li hember turîstan esnaf hesas û baş tevbigerin.
Sefer Bayramê xwediyê otelekê ye jî got hê ji Newrozê re çend roj mane, lê otel ji sedî 80 tije bûne.
Turîstê Îranî Reye Celrî jî got ew ji Tebrîzê hatiye Wanê ku danûstendinê bike û wiha axivî: "Cara ewil e ez hatim Wanê. Ev der pir xweş e. Li vir gelek cihên danûstendinê hene û xizmeta me dikin. Em gelekê danûstendinê dikin û diçin. Di betlaneya Newrozê de ezê car din werim."