Türkan Tosun
11 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 11 Tîrmeh 2018
ANKARA
Li piyaseyên navneteweyî warêla nefta Brent bi 78,18 dolarî tê firotin.
Warêla nefta brent duh bi 78,21 dolarî dest bi rojê kiribû û di nav rojê da heta 79,48 dolarî zêde bibû. Îro jî warêla nefta brent bi 78,75 dolarî dest bi rojê kir û ji saet 09.25an pê va ji sedî 0,72 kêm bû û bû 78,18 dolar.
Di heman demê da warêla nefta xam a Teksasa Rojava (WTI) jî bi 73,64 dolarî hat firotin.
Piporan daxuyand di şerê navbera Amerîka û Çînê da Serokê Amerîkayê Donald Trump daxuyand dibe ku ew li hemner Pekînê pakêta bacê ya 200 milyar dolarî ya nû bixe rewacê. Piştî daxuyaniyê bihayê neftê kêm bû.