Haydar Şahin
18 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 18 Tîrmeh 2018
ANKARA
Li piyaseyên navneteweyî warêla petrola brent bi 71,63 dolarî tê firotin.
Warêla petrola brent duh bi 71,91 dolarî dest bi rojê kiribû û di nav rojê da hetanî 72,75 dolarî zêde bibû. Îro jî warêla petrola brent bi 71,70 dolarî dest bi rojê kir û ji saet 09.44an pê va ji sedî 0,09 kêm bû û dakete 71,63 dolarî.
Di heman demê da warêla nefta xam a Teksasa Rojava (WTI) jî bi 67,57 dolarî hat firotin.
Li piyaseyên navneteweyî ji br ji hewcedariyê zêdetir petrol heye bihayên warêla pêtrolê di navbera 71-72 dolarî da diçe û tê.
Îro li Amerîakyê ew ê daneyên stoqa petrolê ya heftane werin eşkerekirin, tê gotin dibe ku stoqa petrolê ya Amerîkayê zêde derkeve ji ber vê jî bihayê petrolê dakeve