Haydar Şahin
23 Gulan 2018•Rojanekirin: 24 Gulan 2018
KILÎS
Welatiyên Sûriyeyê yên ku dixwazin Eyda Rojiyê li welatê xwe derbas bikin ji Deriyê Sînor ê Oncupinarê ra derbasî erdê xwe dibin.
Bi qasî 72 hezar welatiyên Sûriyeyê randevu sitandin ku eydê li Ezaz, Mare, Soran, Aktarîn, Çobanbey, Efrîn, Cerablus û Baba herêmên Mertalê Feratê û Çiqlê Zeytûnê derbas bikin, ji wan 4 hezar û 500 kes derbasî welatê xwe bûn.
Welatiyên Sûriyeyê di çavderiya ekîbên Midûriyeta Koçê ya Bajêr, polês û cendirmeyan da karûbarên xwe temam kirin, zarokên xwe yên ji 15 salî piçûktir dan aşîkirin.
Piştî kontrolên dawîn ên bi destê ekîbên Midûriyeta Mihefezeya Gumrikê hatin kirin bi otobêsan derbasî welatê xwe bûn.
- Kesên dibêjin çi karê Tirkiyeyê li Sûriyeyê heye bira werin bibînin"
Ehmed el-Hemamê welatiyê Sûriyeyê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ji vir 7 sal berê hate Tirkiyeyê û li vê derê dewlet û milet tev eleqe nîşanî wî danê.
Hemam got gelek kesên ji eqrebeyên xwe dûr dijîn ew ê îsal di saya Tirkiyeyê da bi hev ra eydê bikin. Hemam got dema ku li Tirkiyeyê bûn hemû hewcedariyên wan hatin dîtin.
Ehmed el-Hemam wiha pê da çû: "Xwedê ji Tirkiyeyê razî be ku ev firsenda da me. Kesên ku dibêjin 'Çi karê wan li Sûriyeyê heye' bira werin û bibînin em çiqasî kêfxwe dibin. Ya rastî ev bi saya Mertalê Feratê û Çiqlê Zeytûnê wiha bû."
Îsmaîl Hemîd jî destnîşan kir ku ev 3 sal e li Tirkiyeyê dijî û di vê pêvajoyê da qet xerîbî nekişand û Mertalê Feratê û Çiqlê Zeytûnê ji bo welatiyên Sûriyeyê bûn hêvî.
Eyşe Ebûselîmê jî got ku 6 salî ye, hetanî nika kalik û pîrika xwe qet nedîtiye û wiha axivî: "Bi saya îzna eydê ez ê wan bibînim û nas bikim. Ez ê ji wan ra qala xweşikahiyên Tirkiyeyê bikim."
Karûbarên vegera kesên ku çûn Sûriyeyê ew ê di 26ê hezîranê da dest pê bike û hetanî 6ê tîrmehê saet 17.00an dewan bike.