Haydar Şahin
05 Hezîran 2018•Rojanekirin: 05 Hezîran 2018
KILÎS
Welatiyên Sûriyeyê yên ku dixwazin Eyda Remezanê li welatê xwe derbas bikin ji Deriyê Sînor ê Oncupinarê yê li Kilîsê ra derbasî Sûriyeyê dibin.
Kêmzêde 76 hezar welatiyên Sûriyeyê ji bo ku eyda rojiyê li Ezaz, Mare, Soran, Aktarîn, Çobanbey, Efrîn, Cerablus û Baba ku bi herekatên Mertalê Feratê û Çiqlê Zeytûnê va hatin ewledarkirin derbas bikin serî lê xistin, ji wan 31 hezar kes derbasî welatê xwe bûn.
Welatiyên Sûriyeyê di çavderiya ekîbên Midûriyeta Koçê ya Bajêr, polês û cendirmeyan da karûbarên xwe temam kirin, zarokên xwe yên ji 15 salî piçûktir li navenda tenduristiya dan aşîkirin.
Hêzên ewlekariyê bi zarok, kal û pîrên germahiyê ji wan girt ra eleqedar bûn, hin saziyên civaka sivîl jî li wan av belav kirin.
Piştî kontrolên dawîn ên bi destê ekîbên Midûriyeta Mihefezeya Gumrikê hatin kirin bi otobêsan derbasî welatê xwe bûn.
Hecî Xelîlê ji Sûriyeyê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ji ber şerê navxweyî ji vir 5 sal berê bi malbata xwe ra derbasî Tirkiyeyê bûn.
Xelîl diyar ku bi salan şûnda nika bi destûra Tirkiyeyê va ji bo eydê diçin welatê xwe û zehf kelecanî bûn û wiha pê da çû: "Xwedê ji Recep Tayyîp Erdogan Razî be, bi salan şûnda em ê eydê li welatê xwe derbas bikin. Şikur ji Xwedê ra. Sedema herî mezin Erdogan e, Xwedê seb xatirê umeta Mihemed û Remezanê wî her tim bi ser bixe."
Karûbarên vegera kesên ku çûn Sûriyeyê ew ê di 26ê hezîranê da dest pê bike û hetanî 6ê tîrmehê saet 17.00an dewan bike.