07 Hezîran 2018•Rojanekirin: 08 Hezîran 2018
KILÎS
Penaberên ji Sûriyeyê yên ku dixwazin Eyda Remezanê li welatê xwe derbas bikin li Kilîsê ji Deriyê Sînor ê Oncupinarê derbas dibin û diçin Sûriyeyê.
Nêzî 76 hezar welatiyên Sûriyeyê ji bo ku eyda rojiyê li Ezaz, Mare, Soran, Axtarîn, Çobanbey, Efrîn, Cerablus û Baba ku bi operasyonên Mertalê Feratê û Çiqlê Zeytûnê va hatin ewledarkirin, derbas bikin serlêdan kirin, ji wan 36 hezar û 500 kes derbasî welatê xwe bûn.
Li ber Deriyê Sînor ê Oncupinarê herêma tampon hat avakirin û li herêmê kon hatin danîn. Welatiyên Sûriyeyê di çavderiya ekîbên Midûriyeta Koçê ya Bajêr, polês û cendirmeyan da di konan da karûbarên xwe temam kirin, zarokên xwe yên ji 15 salî piçûktir dan aşîkirin.
Hêzên ewlekariyê bi zarok, kal û pîrên ku tavê li wan xist ra eleqedar bûn, hin saziyên civata sivîl li qadê ava vexwarinê bela kir.
Piştî kontrolên dawîn ên bi destê ekîbên Midûriya Mihefezeya Gumrikê hatin kirin bi otobêsan derbasî welatê xwe bûn.
Kemal Mihemedê Sûriyeyî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ji ber ku şideta şer zêde bû, wî axa xwe terk kir û 5 sal berê bi malbata xwe va xwe sipartin Tirkiyeyê.
Mihemed diyar kir ku ew ê îsal seba eydê here Sûriyeyê, ji ber ku wê dê û bavê xwe bibîne, ew pir kêfxweş e.
Usame Ebdulhelîm jî diyar kir, ji ber ku DEAŞa rêxistina terorê nêzî du sal berê gundê wan îşxal kir, wî dev ji dibistana xwe berda û hat Tirkiyeyê û wiha dewam kir: "Em ji bo qenciya ku Tirkiyeyê ji me ra kir, spasdarê Tirkiyeyê me. Bi saya serê Tirkiyeyê herêma me ji terorê hat paqijkirin, ez ê dîsa herim bigihêjim dibistana xwe û dewam bikim. Ji ber vê jî ez ê cardin venegerim. Tirkiye pir xweş e, lê tu der ne wek welatê meriv e."
Fatma el-Baîdê jî got ku ew 4 sal berê hat Tirkiyeyê û wê cara ewil bi destûra taybet va ji bo eydê here welatê xwe û ji ber vê jî kêfxweş e, lê ew ji ber ku beşdarî cinazeyê bavê xwe bû, xemgîn e.
Nureddîn Ehmed jî diyar kir ku ew 3 sal e li Tirkiyeyê dijî û rastî tu xerabiyekê nehat, Tirk wan wekî birayê xwe dibînin û bi wan ra miemeleyeke baş dikin.
Vegera kesên ku çûn Sûriyeyê wê di 26ê hezîranê da dest pê bike û hetanî 6ê tîrmehê saet 17.00an dewan bike.