Önder Beyter
07 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 08 Berfanbar 2015
ANKARA
Wezareta Karên Derva der heqê dîmenê keştiya şer a ûris a ku dawiya hefteyê ji Tengava Stenbolê derbas bû û tê da leşkerekî fuzeyek dabû ser milê xwe da gazî Serbalyozê Rûsyayê yê Enqereyê Andrey Karlov kir. Karlov hat wezaretê.
Eşkere bû ku Midûrê Giştî yê Pêwendiyên Siyasî yên Dualî yên Behrewanî-Asîmanî-Hidûd ê Wezareta Karên Derva Bûrak Ozugergîn dê bi Karlov ra mijara dîmenê keştiya şer a ûris a ku dawiya hefteyê ji Tengava Stenbolê derbas bû û tê da leşkerekî fuzeyek dabû ser milê xwe gotûbêj bike.
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu, qewimîn wekî "provokasyon" bi nav kiribû. Çavuşoglu diyar kiribû ku ew wisa pê bawer e, ev bûyer ne tesaduf e û herwisa bal kişandibû ku divê Rûsya dest ji vê helwesta xwe bikişîne.