20 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 20 Berfanbar 2016
ANKARA
Wezareta Karên Derva der heqê kuştina Balyozê Rûsyayê yê Enqereyê Andrey Karlov da daxuyaniyek belav kir û herwiha di daxuyaniyê da wiha hat gotin, "Em vê êrîşa terorîst a nemerd lanet dikin. Kiryarê bûyerê hatiye kuştin. Ev bûyera elîm dê bi şêweyeke herî berfireh va were lêkolînkirin û berpirs dê li ber edaleta tirkan hesab bidin."
Di daxuyaniya nivîskî ya wezaretê da hat destnîşankirin ku Karlov di vekirina pêşangehekê da rastî êrîşeke çekdar hat û ev jî bona wan cihê xemgîniyê ye.
Di daxuyaniya wezaretê da hat diyarkirin ku Balyoz Karlov li Tirkiyê di heyameke dijwar da xebatên pir serkeftî meşandine û herwiha dîplomatekî bêhempa bû ku hem ji hêla şexsî û hem jî ji hêla pîşeyî va di nava hemû qedemeyên dewletê da xwedî giranî bû.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin:
"Ew ê her tim di bîra me da be. Em ê destûrê nedin ku ev êrîş zirarê bide dostaniya Tirkiye û Rûsyayê. Di vê roja zor da em serxweşiyê didin gel û dewleta Rûsyayê.
Vê êrîşê rûyê reş ê terorê nîşan da. Tirkiyeyê bi Rûsya û hemû şirîkên xwe yên din ra di têkoşîna dijî terorîzmê da bi biryardarî hemû hewlan nîşan bide."