12 Sibat 2017•Rojanekirin: 13 Sibat 2017
ADIYAMAN
Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu wiha got, Wezîr Soylu got, "Naxwazin ev welat rabe ser piyan û dewlemend be. Çi dikin bira bikin, çi dixwazin bira bixwazin, çi dixin astengî bira bixin astengî, lê emê bi xwe otomobîla xwe jî çêkin, emê balafira xwe jî çêkin û heger mîna beqan bêjin teq jî emê bigehêjin hedefa xwe ya 25 hezar dolar dahatê."
Soylu li avahiya Hevkariya Anonîm a Petrolên Tirkiyeyê ya li Adiyamanê digel karsaz û esnaf civiya û bi wan ra taştê xwar.
Fermandarê Giştî yê Cendirmeyan Orgeneral Yaşar Guler, Midûrê Giştî yê Ewlekariyê Selamî Altinok, Şaredar Husrev Kutlu û Waliyê Adiyamanê Abdullah Erîn jî beşdarî civînê bûn û herwiha Wezîr Soylu li vir axaftinek kir û Adiyaman wekî "paytexta aramiyê" tewsîf kir û got ku ew gelekî memnûn e ku li mekanekî bibereket bi gel re hat cem hev.
Soylu diyar kir ku divê li Tirkiyeyê herkes şikir bike ku di nava tifaq û yekîtiyê da dijî.
Wezîr Soylu got ku yên ku ji îstiqametê naxalifin, ne bi tenê îradeya siyasî ye, herwiha milet bi xwe ye jî û wiha pê da çû:
"Em bi raya ku di hilbijartinê da davêjin va, bi helwesta xwe ya li hemberî hesabên dereke va, bi peyreviya xwe ya dîn, milet, biratî, edet û rusûmatê xwe va û herwiha bi esasê yekîtiya vî miletî va tu wextî ji îstiqametê nexalifîn. Ev welat li ser tesadufan nameşe. Ev welat, welatê hedefa hevpar e."
- "Emê bi xwe otomobîla xwe jî û balafira xwe jî çêkin"
Wezîr Soylu di berdewamiya axaftina xwe da wiha bal kişand:
Naxwazin ev welat rabe ser piyan û dewlemend be. Çi dikin bira bikin, çi dixwazin bira bixwazin, çi dixin astengî bira bixin astengî, lê emê bi xwe otomobîla xwe jî çêkin, emê balafira xwe jî çêkin û heger mîna beqan bêjin teq jî emê bigehêjin hedefa xwe ya 25 hezar dolar dahatê."