Abdullah Tel
04 Nîsan 2018•Rojanekirin: 05 Nîsan 2018
HATAY
Xezala ku şivanan li ser sînorê Efrînê dîtibûn û cureya wê jî "gazella gazella" ye tê parastin.
Li Taxa Kale Tepe ya ser navçeya Kirikhanê texma sînor hin şivan xezaleke birîndar dibînin û tînin teslîmî Îstasyona Welidînê ya Xezalokên Çiyê dikin.
Tê tespîtkirin ku cureya xezalê "gazella gazella" ye û ew ji hêla reyedaran va tê tedawîkirin.
Lingê aliyê rastê yê xezaloka yek mehî kêm girtiye û dermankirina wê dest pê kir.
Rayedarê îstasyonê Huseyîn Dînle daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku xezalê hildane parastina xwe û wê xwedî bikin û piştî bi ser xwe da bê wê berî dehlê bidin.