Önder Beyter
05 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 06 Tîrmeh 2018
KIRŞEHIR
Li Mucura navçeya Kirşehirê li Cineta Çûkan a Gola Seyfe ku tevî Peymana Ramsarê bi sê biryarên cuda tê parastin, flamîngo û quling bi hev ra dijîn û ji vê pêkvejiyanê dîmenên newaze û cuda derdikevin ortê.
Havînê ji ber ku baran kêm dibare û dûkel ji erdê zêde radibe, ava golê berjêrî asta ji sedî 30î dibe, lêbelê ligel vê yekê bi hezaran flamîngo, werdek, barçing, quling û çûkên din li vê derê datînin û ji bo ziyaretvanan dîmenên rengîn dineqişînin.
Bi tîrêjên ewil ên rojê ra flamîngo xwe didin kêleka hev, dibin rêzekê û hûrik hûrik pêşda diçin ku ji mirov dibêje qey derketine meşa serê sibê. Mirovên ku ji ger û xwezayê jî hez dikin li ber vê dîmenê hejmetkar dimînin.
Serokê Komeleya Ekolojiyê ya Gola Seyfe Omer Çetîner di daxuyaniya xwe ya ku da rojnamegeran da diyar kir ku havînê ji ber ku baran kêm dibare û dûkel zêde ji erdê radibe, ava golê kêm dibe û berjêrî asta ji sedî 30î dibe û wiha dewam kir:
"Di golê da rêjeya avê berjêrî heya ji sedî 30î bû. Lê ligel vê yekê dîsa jî bi hezaran flamîngo, werdek, barçing, quling û çûkên din li vê derê hene. Ji ber demsalê hin çûkên me jî niha li vê derê nînin."
Çetîner diyar kir ku flamîngo serê sibehê adeta radibine govendê û wiha axivî, "Em serê sibehê meşa yekcêrge ya flamîngoyan temaşe dikin û pê kêfxweş dibin. Wekî Komeleya Ekolojiyê ya Gola Seyfe çi ji destê me tê, em dikin da ku gol were naskirin. Çetîner herî dawî got ku hêviya wî heye ku parlamenter û waliyê nû yê ku ji bo Kirşehirê hat tayînkirin, dê xwedî li golê derkevin.