Sevim Hatun
23 Tebax 2017•Rojanekirin: 23 Tebax 2017
DOHA
Yekemîn rêya behrê ya rasterast a di navbera Qeter û Tirkiyeyê de hat vekirin.
Li gor daxuyaniya "Mîlaha" şirketa hikûmeta Qeterê xeta ewil a neqliyetê ya behrê di navbera Qeter û Îzmirê de hat vekirin. Bi vê rêya wê êdî bikaribin konteynaran li ser behrê re bibin û bînin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku wê 20-25 rojan carekê keştiyek ji Tirkiyeyê birê bikeve, maweya transît ya keştiyê 11 rojan bikşîne.
Midûrê Giştî û Dîrektorê Îcrayê yê Mîlahayê Ebdurrehman Îsa el-Menaî der barê mijarê de xeberda û got ku ev çareseriyeke erzan e û mirov dikare bi hêsanî bike rewacê.
Menaî got ku wan ji bo vê yekê rêyeke wiha hilbijart û destnîşan kir ku bazirganiya di navbera Qeter û Tirkiyeyê de di çend mehên dawîn de geş bû.