Haydar Şahin
21 Nîsan 2018•Rojanekirin: 21 Nîsan 2018
ANKARA
Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul ji bo bi destê Daraza Bilind a Yewnanistanê biryara bi şertê kontrola edlî berdana Suleyman Ozkaynakçiyê ji 8 derbekarên revîbûn Yewnanistanê ji Stavros Kondonîsê Wezîrê Edaletê yê Yewnanistanê ra name şand û bertek nîşan da.
Wezîr Gul di nameya xwe da bi bîr xist ku di dema hewla derbeya 15ê Tîrmehê ya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) da 251 kes hatin şehîdkirin, ji 2 hezarî zêdetir kes hatin birîndarkirin, 8 terorîstên bibûn sedema vê bi firokeya ku talan kirin va revîn Yewnanistanê.
Gul diyar kir ku daxwaza îadekirina 8 derbekaran a Tirkiyeyê cara 3yan hat redkirin, ji ber ku terorîstek hat berdan jî li ber xwe ketin.
Gul got ku Yewnanistana welatê cînar û dost hewla derbeyê ya li dijî demokrasiya Tirkiyeyê, saziyên demokratîk, serokomarê hilbijartî û hikûmetê tu carî qebûl nekir, meşrû nedît û ya rastî di nav welatên herî zê bertek nîşan dan da jî cî girt, lêbelê di pêvajoya paşê da helwesta parastina terorîstan û malxwedîtiya wan nîşan da, ev jî rewşeke nebaş dixe ser piştevaniya di navbera herdu welatan da.
- "Yewnanistan bûye navenda kombûnê"
Gul destnîşan kir ku daxuyaniyên Kondonîs ên nîşan didin ku ew ê leşkerên derbekar serbest berdin ji bo kesên çalakiyên teror û terorîzmê li dar dixin dibe piştgirî.
Gul bi bîr xist ku hin dadger, dozger û kesên endamê rêxistina FETOyê dema hewl didan derbasî Yewnanistanê bibin hatin derdestkirin û wiha pê da çû: "Piştî derbeyê ya ku em dibînin ew e ku Yewnanistan ji bo sûcdarên li welatê me bûye bêndera ewledar. Ev 2 sal e ku tê zanîn endamên rêxistinên terorê yên bêbext bi rêyên dereqanûnî derbasî Yewnanistanê dibin û tê zanîn ku piraniya wan hatin derdestkirin. Yewnanistan ji bo sûcdaran tu dibê qey bûye navenda kombûnê."
- "Dibê leşkerên derbekar werin dersînorkirin"
Gul got dibê leşkerên derbekar îadeyî welatê me bikin û di nameya xwe da wiha nivîsî:
"Piştî hewla derbeya terorîstan Serokwezîr Aleksîs Çîpras û hikûmeta Yewnanistanê piştgirî dan Tirkiyeyê, em dixwazin bibînin ku ev piştgirya bi tenê gotin nîne bi rasî piştgirî ye. Ji bo vê gava ewil îadekirina leşkerên derbekar e. Em li bendê ne ku derbekarên dibê li tu ciyekê dinyayê neyên qebûlkirin îadeyî welatê me bikin. Li gor hiqûqa navneteweyî dibê ev terorîstan neyên parastin. Tu kes naxwaze ku eva meseleya di navbera gelên me da bibe wekî birînekê."