13 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 14 Berfanbar 2016
BRUKSEL
Serberdevkê Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (YE) Alexander Wîntersteîn pirsên wekî gelo dê ji bo rawestandina fealiyetên PKKya rêxistina terorê yên li Ewropayê tu xebatan bikin an na bêbersiv hişt.
Wîntersteîn bersiva pirsa nûçegihanê AAyê ya der heqê êrîşa terorê ya li Stenbolê de ya wekî "Gelo çima rayedarên YEyê di daxuyaniyên xwe yên ewil de nekarîn ku peyva terorê bi kar bînin? Çima daxuyaniya fermî ya YEyê ya der heqê êrîşa terorê de piştî 15 saetan hat? Dema mirov bide ber çav ku PKK di nav lîsteya rêxistinên terorê yên YEyê de gelo hûn bangî welatên endamên YEyê dikin ku dijî çalakiyên PKKê bertekên berbiçav nîşan bidin?" bêbersiv hişt.
Wîntersteîn qal kir ku divê vê pirsê ji serokên siyasî yên YEyê bipirsin û got ku di daxuyaniyên fermî yên YEyê de peyva "terorê" bi cî digire.
Wîntersteîn li ser pirsa rojnamevanekî din ê wekî "Ez dixwazim ku bala we bikşînim li ser foruma terorê ya înternetê ya YEyê ya ku demek beriya niha hat lidarxistin. Li tevahiya Ewropayê pesindan û piştrastkirina terorê hêmaneke sûcê ye. Me dît ku li Fransayê meha borî bi dehan kes tenê ji ber ku malperên bi terorê re têkildar e hatin binçavkirin. Dema em berê xwe didin Tirkiyeyê jî şeva şemiyê piştî êrîşa PKKê bi sedan sempatîzanên PKKê li tevahiya Ewropayê vê êrîşê berz kirin û pîroz kirin. Gelo êdî em ê bibînin ku Ewropa ji bo van mirovên ku li welatekî endamê YEyê van êrîşên terorê pîroz kirin pêngavek biavêje yan na?" got ku "Me wek YEyê berê niha der heqê PKKê de daxuyanî da. Li Ewropayê û li ku dera dinyayê dibe bila bibe biryardariya me ya hêzdar a dijî terorê heye."
Wîntersteîn der heqê Hahnê Komîserê Ji Pêşketinê Berpirsyar de jî li ser pirseke wekî "Di demek kurt de bi 3 kesên ku têkiliya wan bi terorê re heye re hevdîtin kir. Yek parlementerekî ku mil daye ber cenazeya terorîsteke PKKyî, kesekî tê sûcdarkirin ku ji bo PKKê çek peyda kirine û hêzên ewlehiyê xistiye tengasiyê heye, yek jî kesekî ku 5 salan li kozikên PKKê yên li Iraqê maye. Gelo ev nêrîna Yekîtiya Ewropayê ya nû ya ji bo pêşketinê ye? An jî em ê ji bo van mirovên ku têkiliya wan bi terorê re heye mueyyîdeyekî bibînin an na? Gelo YE dê konsepteke pêşketinê ya nû qebûl bike yan na ?" got ku "Têkoşîna Komîsyona YEyê ya dijî PKK û terorê bi awayekî eşkere li holê ye."
Ji aliyê din ve rayedarên saziyên YEyê piştî êrîşa terorê ya li Stenbolê ya ku 44 kes tê de mirin, ji bo ku bertekên xwe nîşan bidin di saetên ewil de tenê daxuyaniyên çapemeniya civakî dan. Digel ku ji ser êrîşê çend saet derbas bûn jî YEyê tu daxuyanî nedan. Serokê Parlementoya Ewropayê (PE) Martîn Schulz, Nûnera Bilind a Polîtîkaya Ewlehiyê û Têkiliyên Derve ya YEyê Federîca Mogherînî, Johannes Hahnê Endamê Komîsyona YEyê yê ku ji Polîtîkaya Cîraniyê û Mizakereyên Pêşketinê Berpirsyar e di twîtên ku avêtin de peyva "terorê" bi kar neanîn.
Daxuyaniya femrî ya YEyê ya ku tê de peyva "terorê" heye 15 saet piştî êrîşan hat dayîn.
Heman saziyên YEyê û rayedarên wan piştî êrîşên li Bruksel, Parîs û Nîceyê çend deqîqe pişt re bertek nîşan dabûn.