Önder Beyter
30 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 31 Rêbendan 2019
HEKARÎ
Ji çiya zinar totî ser rêya Hekarî-Çukurcayê bûn û ji ber van zinaran rê hat girtin. Piştî xebata ekîban rê ji milekî va vebû.
Li herêmê ji ber şertên nerênî yên hewayê zinar ji ciyên xwe leqiyan û li 20emîn kîlometreya rêya Hekarî-Çukurcayê totî ser rê bûn.
Rêya ku demekê ji trafîqê ra hat girtin, piştî xebata ekîbên Şeftiya Şaxa 114emîn a Rêbejayê ya bi makîneyên şixul va ji milekî va hat vekirin.
Piştî vebûna rê, wesayîtên rawestiyayî cardin ber bi navenda bajêr û ber bi Çukurcayê dewam kirin.