03 Tebax 2016•Rojanekirin: 04 Tebax 2016
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di vekirina Şûreya Dîn a Derasayî da xeberda û der barê Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) da wiha got: "Ez dizanim ku hin kesên hê bawer nakin hene. Mixabin ez dizanim ku hin kesên ku hê jî 'mêze dikin û nabînin' hene. Ji vê mijarê şûnda dewra şikê temam bû, dewra têkoşînê dest pê kir."
Erdogan diyar kir ku têkoşîneke piralî tê kirin û wiha dewam kir: "Ji vir û pê va heyama têkoşîna piralî ye û bi her awayî heyama hesabpirsînê ye. Ji ber ku di haveynê vê rêxistinê da durûtî heye, der barê kesên ku dibêjin 'em poşman in' da şik û gumanên me hene."
Serokomar Erdogan di xeberdana xwe da wiha got: "Ez ji vê salonê îlan dikim. Ew kesên ku ji vê saetê şûnda hê jî guh bidin bangên serokê terorê û şarlatanê li Pensilvanyayê çi bê serê wan qebûl dikin."
Erdogan axaftina xwe wiha dewam kir: "Heger tevdîrên me yên piştî qonaxa 17-25ê Berfanbarê nebûna, bi taybetî jî tevdîrên me yên di darazê da nebûna, ev hewldana derbeyê dê ne bi tenê ya komeke terorîstên çekdar ên di nava Hêzên Çekdar da bûya, bi îhtimalekê dê bi beşdariya polês, daraz û unsûrên din ên burokrasiyê va wekî tehdîdeke mezintir derketa pêşiya me. Digel her tiştî, ez pir li ber xwe dikevim ku pêşdatir min rûyê rast ê vê rêxistina xaîn dernexist ortê. Ji ber vê jî ez dizanim ku ezê hesab hem bidim Rebê me û hem jî miletê me. Rebê min jî miletê me jî bira me efû bike."