07 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 08 Berfanbar 2015
VAN
Navenda Xweşiqitandinê ya Abaliyê ya ku 4 meh berê ji hêla rêxistina terorê PKKyê ve hatibû şewitandin, hat nûkirin û car din dest bi xizmetê kir.
Navenda Xweşiqitandinê ya Abaliyê li quntara çiyayê Artosê ye û navend xwedî dîmena gola Wanê ye. Lê di meha tebaxê de êrîş hatibû kirin û navend hatibû şewitandin. Xebatên temîr û nûkirinê qediyan berfa salê ya ewil jî ket. Navenda xweşiqitandinê niha bi pîsta xwe ve amade ye ku xizmetê bide turîstan.
Welatiyên ku hatin navendê xwe şiqitandin û bi dîmenên gola Wanê û berfê ve bi têra xwe kêfxweş bûn.
- "Derfetên li Abaliyê li gelek cihan tune"
Qaymeqamê Gewaşê Nedîm Akmeşe ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku ev navend ji bo herêmê cihekî girîng e û wiha axivî:
"Derfetên li Abaliyê, li gelek cihan tune, lê ji ber terorê rê li ber hat girtin. Piştî êrîşa dawîn Midûriyeta Werzîş û Xizmetên Ciwaniyê derkete îxaleyê û niha pirsgirêkên navenda me tên çareserkirin. Ev der ji bo zarok, ciwan û gelê herêmê cihekî gelek girîng e û êrîşa terorê lê hat kirin. Em vê hewaleya wicdana raya giştî dikin. Em tevdîrên xwe dibînin û hêvî dikin ku ev navend car din rastî êrîşeke wiha neyê."
Akmeşe got ku werzîşvanên li gundê Abaliyê dijîn ketine Tîma Neteweyî ya Xweşiqitandinê û çûne kampa Awusturyayê.
Akmeşe gotinên xwe wiha temam kir: "Niha jî bi tîma neteweyî ve çûne Fînlandiyayê. Ev serkeftinên wan me kêfxweş dike. Der barê navendê de niha hin plan û xebat hene ji bo pêşerojê. Salên pêş me de jî ez wisa bawer dikim ku ev navend ji hêla xweşiqindandinê ve wê bibe cihekî gelek girîng. Bi taybetî divê çapemenî piştî nûçeyan dema behsa navendên xweşiqitandinê dikin, divê behsa vê derê jî bikin."