10 Sibat 2017•Rojanekirin: 11 Sibat 2017
NEVŞEHIR
Serokwezîr Yildirim: "Serokomarê me guherîna destûrê tesdîq kir, loma jî êdî rapirsiya giştî yan jî bi navê xwe yê din dîroka referandûmê jî zelal bû. Înşellah wê 16ê Nîsanê referandûm çêbe."
Serokwezîr Bînalî Yildirim li Acigola navçeya Nevşehirê piştî nimêja îniyê xitabî welatiyan kir.
Serokwezîr Yildirim der barê referandûma guherandina destûra bingehîn da wiha got: "Serokomarê me guherîna destûrê tesdîq kir, loma jî êdî rapirsiya giştî yan jî bi navê xwe yê din dîroka referandûmê jî zelal bû. Înşellah wê 16ê nîsanê referandûm çêbe. Ev guherîna ku Meclisê safî kir, Serokomarê me jî îmze kir, wê welatiyên me jî tesdîqa nîhayî lê bikin."
Yildirim li ser gotinên heger destûra bingehîn biguhere Tirkiye perçe dibe wiha xeberda: "Dibêjin eger ev qanûna bingehîn biguhere Tirkiyeyê wê perçe bibe. Dev jê berdin. Terorîst jî heman tiştan dibêjin, PKK jî heman tiştî dibêje. Rêxistina FETOya şeytanê axirzamanê jî heman tiştî dibêje. Temînata yekîtî û beramberiyê Tirkiyeyê Acigol e. Yek milet, yek al û yek welat. Ev e mesele. Ya esil ev e, ya din olam e."
Serokwezîr Yildirim der barê qezaya balafira Rûsyayê ya li El Babê li avahiya hêzên Tirkiyeyê xistin da jî wiha got: "Daxuyaniyên Kremlînê duh hatin dayîn. Birêz Serokomarê me û Birêz Putîn axivîn. Gotin ku ev qezayek e û xemgîniya xwe bi eşkere anîn zîman. Ji bo ku ji vir pê va qezayên bi vî rengî çênebin, kordînasyonên hewce dikin, bi hevre xebat û hemû tevdîr wê bên dîtin. Rehma Xwedê şehîdên me be, Xwedê şifayê bide xaziyên me."