Nihat Kavşut
10 Sibat 2018•Rojanekirin: 13 Sibat 2018
KARS
Tûrîstên ji Îranê eleqeyeke mezin nîşanî Navenda Kaşûnê ya Cibiltepeyê didin ku li Tirkiyeyê navendeke girîng ya tûrîzma kaşûnê ye.
Navenda Kaşûnê ya Cibiltepeyê ya ku 2 hezar û 634 mêtro bilind e û bi daristanên sariçamê û berf û pîstên xwe yên kaşûnê navdar e di demên dawîn ji xeynî tûrîstên ji çar aliyê dinyayê tên ji tûrîstên Îranê jî eleqeyeke mezin dibîne.
Tûrîstên ji Îranê tên di nav daristanên sariçamê da kaşûnê dikin.
Serkan Tahanayê li navenda kaşûnê midûrê otêlekê ye daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan li gor salên berê eleqeyeke mezin heye.
Tahana diyar kir hemû otêl tije dibin û wiha got: "Berê ji Îranê qefîleyên ji 20-30 kesan pêk tê dihatin. Niha ji sedî 80ê mêvanên li otêla me ji Îranê hatine. Ji bona Cejna Newrozê bê daxwazeke zêde heye. Niha li pîstên me tûrîstên ji Îran û Azerbaycanê hatine hene."
Serkan Tahana destnîşan kir ji ber eleqeyê pêwîstî bi tesîsên nû heye û wiha got: "Berê li navenda kaşûnê 2 otêl hebûn, lê niha 12 otêl hene. Wek mayîn li navçeyê otêl û pansiyon hene."
Sumeyye Mûsewiya nûnera acentayên tûrîzmê yên Îranê destnîşan kir navneda kaşûnê ya Sariqamîşê diecibînin.
Miyûma Rebiya tûrîsta ji Îranê diyar kir cara ewil e tê Sariqamîşê û got em ji bona gera Sariqamîşê hatin û pîstên gelekî xweş hene.
Li navenda kaşûnê 8 slalomên ku dirêja wan 25 kîlomêtro ye, pîsteke snowboardê û 4 telesiyejên ku di saetê da hezar û 200 kesî dibin û tînin hene.