19 Hezîran 2017•Rojanekirin: 20 Hezîran 2017
ÎSTANBUL
Dadgeha Cezaya Giran a 15emîn a Stenbolê îtiraza ku ji bo girtina Enîs Berberogluyê Parlamenterê Stenbolê yê CHPyê hat kirin, red kir. Berberoglu ji ber îdiaya wêneyên tirên MÎTê daye Rêvebirê Weşana Giştî ya Rojnameya Cumhuriyetê yê berê Can Dundar 25 sal cezayê hepsê va hatibû cezakirin.
Murat Ergunê parêzerê Berbeoglu der barê cezayê 25 salan ê hepsê ya ku ji bo muwekîlê wî ji hêla Dadgeha Cezaya Giran a 14mîn va hatiye dayîn de îtirazî dadgehê kir.
Dadgeha Cezaya Giran a 15emîn a Stenbolê îtiraza Ergun nirxand û biryar da ku îtiraza wî bê redkirin û heyetê sedema redkirinê jî dema cezayê hepsê ya ku ji bo bersûc hatiye dayîn nîşan da.
Dadgeha Cezayê Giran a 14an ya Stenbolê hefta çûyî di doza mijara sekinandina tirên MÎTê da der heqê Enîs Berberoglu da bi hinceta "bi armanca sixûriya leşkerî yan jî siyasî eşkerekirina agahiyên dewletê yên ku dibê veşartî bimînin" 25 sal cezayê hepsê dabû.