Yunus Kaymaz
02 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 02 Tîrmeh 2026
Di Kûpaya Cihanî FIFA 2026an da di maça ku maweya wê ya asayî 2-2 bi dawî bû da Belcîkayê di maweya dirêjkirî da gol avêt û Senegal 3-2 têk bir û her wiha derket tûra 16ên dawîn.
Di deqîqeya 120em da bi midaxeleya Camara va Tielemans li erdê ma û hekem Sorto piştî vekolîna VARê cihê penaltiyê nîşan da. Tielemans di deqîqeya 120+5ê da penaltî bi kar anî û tîma xwe 3-2 bi ser xist.
Belcîkaya ku li hemberî Senegalê 2-0 ji para va hat û 3-2 bi ser ket, derket tûra 16ên dawîn. Belcîka di vê tûrê da dê bi Amerîkaya Bosna Hersek 2-0 têk bir ra bilîze.
- Îngiltere jî derket tûra 16ên dawîn
Ji aliyekî din va di Kûpaya Cihanî FIFA 2026an da Îngiltereyê Komara Demokratîk a Kongoyê 2-1 têk bir û derket tûra 16ên dawîn.
Îngiltere jî di tûra 16ên dawîn da dê derkeve hemberî Meksîkaya ku ji malîvanên kûpayê ye.