Sporvanên ku di dawiya hefteyê de beşdarî pêşbirk û organîzasyonan bûn bi pankartan cih dan 95emîn salvegera Anadolu Agencyê (AA) û peyamên xwe yên pîrozbahiyê parve kirin.
Gelek sporvanên fitbol û basketbolê di pêşbirkên xwe de bi pankartan derketin qadê û AA pîroz kirin.
Di Lîga Super a Spor Totoyê de di pêşbirka navbera Bursaspor û Suat Altin Înşaat Kayserî Erciyesspor, Akhîsar Belediyespor û Gazîantepsporê de, di Lîga 1emîn a PTTê de jî di pêşbirka navbera Gazîantep Buyukşehîr Belediyespor û Osmanlispor, Şanliûrfaspor û Samsunsporê de, di Koma Sor a Lîga 2yemîn a Spor Totoyê de jî di pêşbirka navbera Kahramanmaraşspor û Bandirmaspor, Goztepe û Ankaragucuyê de, di Lîga Basketbolê ya Tirkiyeyê de jî di pêşbirka ku di navbera Ronesans TED Ankara Kolejlîler û Turk Telekom, Pinar Karşiyaka û TOFAŞ, Muratbey Uşak Sportîf û Beşîktaş Întegral Forexê hat kirin de bi pankartên ku li ser "Em 95emîn Salvegera Damezrandina Anadolu Agencyê pîroz dikin" derketin qadê.
Ji bilî vê jî di Lîga Super a Spor Totoyê de, di pêşbirkên Çaykur Rîzespor û Fenerbahçe, Torku Konyaspor û Trabzonspor, Gençlerbîrlîgî û Kasimpaşayê de jî 95emîn salvegera AAyê bi pankartan hat pîrozkirin.
-Li hewayê sala damezrandina AAyê pîroz kirin
Li Kapadokyayê pankarta ku li serê "Anadolu Agency 95 salî ye" bi selika nepoxa hewaya germ ve girêdan û nepox firandin.
Endamên Klûpa Sîîrt Beron Sportîf û Hewageriyê jî afîşên ku li ser logoya AAyê hebûn firandin.