ŞANLIURFA
Zar û civanên ji Sûriyeyê yên ku li konbajara Eqçeqeleya navçeya Şanliurfayê dimînin bi werzişê ji derûniya şer dûr dikevin û jiyana xwe didomînin.
Serokatiya Rêveberiya Rewşa Ecil û Afatê ya Serokwezîriyê (AFAD) ji bo penaberên ku li Tesîsên Mêvandariyê ya Silêman Şahê ya ku li Eqçeqeleyê ye dimînin xêncî xizmetên danûstendin, perwerde û tendirustîyê xizmeta çalakiyên werzişê jî dide.
Li konbajarê 30 hezar penaber dimînin û ji bo wan tesîsa werzişê hat avakirin. Herî zêde zar û civan wextê xwe li vê tesîsê derbas dikin.
Penaberên ji Sûriyeyê di kopleksê de sporê dikin û hin caran jî beşdarî turnuvayên ku rêveberiya konbajar li dar dixe dibin û tevlî çalakiyên civakî dibin.
Berpirsiyarê rasta sporê Abdulkadîr Alptekîn daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ji bo penaberên ji Sûriyeyê bi teybetî jî zar û civan yên ku ev 3 sal e di konbajarê de dijîn ji derûniya şer dûr bikevin îmkanên sporê ji wan re amade kirin.
Alptekîn destnîşan kir ku çalakiyên fitbol, bakêtbol, volêybol, tenîsa maseyê, govend, kişik û qeretê li dar dixin û wiha axivî:
"Em ji bo ku mêvanên me yên ji Sûriyeyê ji derûniya şer dûr bikevin û bi dilşadî jiyana xwe bidomînin hemû îmkanan amade dikin. Di konbajarê de qasî 30 hezar kes dijîn û nîvê wan ji çalakiyên sporê îstifade dikin."
Alptekîn bal kişand qanûna nû ya ku derfetê dide werzişvanên ji Sûriyeyê yên ku piştî sala 1990î bûne êdî dikarin wek hemwelatiyên tirkan bilîzin û ew ê jî li ser vê yekê di tesîsên Eqçeqelesporê de lîstinên hilbijartinê li dar bixin û kesên serkeftî hilbijêrînin.