MADRÎD
Di fînala Kûpaya Qralê Spanyayê (Copa del Rey) de Real Madrîd û Barcelona dê bên hemberî hev.
Di nîvefînalê de Real Madrîd û Atletîco Madrîd, Barcelona û Real Socîedad hatibûn hemberî hev. Real Madrîdê li hemberî dijberê xwe pêşbirka ewil 3-0 û ya duyemîn jî 2-0 qezenc kir û derket fînalê.
Barcelona jî li hemberî Real Socîedatê di pêşbirka ewil de 2-0 bi ser ket û di ya duyemîn de jî 1-1 beramber ma. Barcelona ji ber ku di pêşbirka ewil de dijberê xwe têk bir ev beramberî jî bi kêrî wî hat û derket fînalê.
Bi encamên van pêşbirkan di fînala Kûpaya Qralê Spanyayê de Real Madrîd û Barcelona bûn reqîbê hev.
Pêşbirkên di navbera her du tîman de him li Spanyayê û him jî li çar aliyê dinyayê wek "El Clasîco" tê binavkirin.
Pêşbirka fînala Kûpaya Qralê Spanyayê jî di 19 nîsanê de dê bê lîstin.