ANKARA
Di hefteya 4emîn a Lîga Super a Spor Totoyê de duh 3 pêşbirk hatin lîstin. Kayserî Ercîyessporê, Akhîsar Beledîye Gençlîk ve Spor 1 û 0 têk bir. Trabzonsporê jî Kardemîr D.Ç Karabukspor 1 û 0 têk bir. Gazîantepspor jî li qada xwe li hemberî Çaykûr Rîzesporê 5 û 2 têk çû. Bi van encaman du tîmên xwediyê mal û tîmek mêvan 3 pûanên xwe wergirtin. Di van pêşbirkan de bi tevahî 9 gol hatin avêtin.
Di Lîga Super a Spor Totoyê de bernameya îro
Pêşbirkên îro yên ewil di saet 18.00an de, di navbera Gençlerbîrlîgî-Kayserîspor û Sîvasspor-Eskîşehîrspor de dê bên lîstin.
Di saet 20.30an de jî Sanîca Borû Elazigspor-Torkû Konyaspor û Bûrsaspor-Beşîktaş dê bên hemberî hev.
Pêşbirka hefteya 4emîn a Lîga Super a Spor Totoyê ya dawîn jî sibê di saet 20.00an de dê di navbera Kasimpaşa û Fenerbahçe de bê kirin.