ÎSTANBUL
Di hefteya 7emîn a Lîga Super a Spor Totoyê de Fenerbahçe û Trabzonspor li Qada Şukru Saraçoglûyê hatin hemberî hev.
Nîva ewila pêşbirkê bê gol qediya. Di nîva duyemîn de jî ji her du tîman tu gol nehat û pêşbirk 0 û 0 bi beramberiyê ve bi dawî bû. Piştî vê pêşbirkê Fenerbahçe pûanên xwe derxist 16an û di Lîga Super a Spor Totoyê de lîderiya xwe domand.