LONDRA
Arsenal li qada xwe Fenerbahçe di pêşbirka rovanşa tûra play-offê de 2 û 0 têk bir û mafê beşdarbûna Lîga Şampiyonan bi dest xist. Bi vê encamê Fenerbahçeyê ji Lîga Şampiyonan xatir xwest û dê di Lîga Ewropayê ya ÛEFAyê de têbikoşe.
Nîva ewil a pêşbirkê bi 1 û 0 serdestiya Arsenalê qediya. Arsenalê di nîva duyemîn de jî gol avêt û skor bû 2 û 0 pêşbirk jî bi vê encamê bi dawî bû.
Her du golên Arsenalê jî Ramsey avet.