Bozhan Memiş
16 Hezîran 2026•Rojanekirin: 16 Hezîran 2026
Di Koma Gyê ya Kupaya Dinyayê ya FIFA 2026an da Îran û Zelanda Nû bi 2-2 beramberî hev man.
Pêşbirka ku li Stadyuma Los Angelesê hat lîstin, ji aliyê 70 hezar û 108 kesan va hat temaşekirin.
Ramîn Rezaeîanê ku wekî "Lîstikvanê Pêşbirkê" hat hilbijartin wiha got: "Însanên Îranî pir baş in. Heke li devereke dinyayê di navbera însanên Îranî da pirsgirêkek hebe ew me eleqedar dike, we eleqedar nake."
Rezaeîanê ku di civîna çapemeniyê ya piştî pêşbirka ku li Stadyuma Los Angelesê hat lîstin axivî, bi xelata "Lîstikvanê Pêşbirkê" va hat.
Rezaeîan anî ziman tîma ku li Meksîkayê dimîne baş hatiye ezimandin û wiha axivî: "Ez gelek spasiya Meksîkiyan dikim. Ew pir nazik in û bi me ra pir baş tevdigerin. Niha em ê dîsa herin Meksîkayê. Em îro kêfxweş nînin, ji ber ku me serkeftin heq kiribû. Lê ev futbol e, carinan tiştên ku hûn dixwazin nabin. Ez spasiya hevalên xwe yên tîmê dikim. Îranî hê zêdetir tiştan heq dikin. Niha em ê bêtir bixebitin û li ser pêşbirka din bisekinin."
Ji Rezaeîan hat pirsîn dema ku wî piştî golavêtinê rûyê xwe bi formaya xwe va veşart ew gelo çawa kêfxweş bû, wî wiha bersiv da: "Kêfxweşiyeke taybet e. Ez naxwazim tiştên ku li dinyayê diqewimin bibînim. Ev hinekî jî rewşeke polîtîk e û ez naxwazim der barê vê da zêde biaxivim. Em ji bo ku der barê futbolê da biaxivin li vir in. Însanên Îranî pir baş in. Heke li devereke dinyayê di navbera însanên Îranî da pirsgirêkek hebe ew me eleqedar dike, we eleqedar nake."