Ekip
10 Gulan 2026•Rojanekirin: 10 Gulan 2026
Di hefteya 33yemîn a Lîga Super a Trendyolê da Galatasaray û Hesap.com Antalyaspor hatin pêşberî hev, Galatasaray bi 4-2 bi ser ket û bû şampiyonê sezona 2025-2026an a Lîga Super.
Galatasaray û Hesap.com Antalyaspor li stada RAMS Parkê hatin pêşberî hev.
Hakem Çagdaş Altay, Esat Sancaktar û Bîlal Golen pêşbirkê bi rê va birin.
Di deqîqeya 45+3yemîn da Soner Dîkmen bi serê xwe gol avêt û Antalyaspor bi 1-0 bi ser ket.
Antalyasporê nîva ewil a pêşbirkê bi 1-0 serkeftinê temam kir.
Di deqîqeya 56emîn da Galatasarayê bi gola Marîo Lemîna va beramberî bi dest xist û encama pêşbirkê bû 1-1.
Antalyaspor di deqîqeya 62yemîn da careke din bi ser ket. Soner Dîkmen ji dervayî qada cezayê ji aliyê çepê va golek avêt û tîm 2-1 bi ser ket.
Di deqîqeya 66emîn da Galatasarayê bi saya penaltiyê dîsa beramberî bi dest xist. Vîctor Osîmhen golek avêt û herdu tîm 2-2 beramberî hev man.
Di deqîqeya 88emîn da Galatasaray cara ewil bi ser ket û dîsa bi saya gola Vîctor Osîmhen gihîşt encama 3-2yan.
Galatasaray di deqîqeya 90+5emîn da cara duyem bi ser ket. Kaan Ayhan goga ku Icardî avêt xist û tîm bû 4-2.
Pêşbirk bi 4-2 serkeftina Galatasarayê va qediya û ew bû şampiyon.