ÎSTANBUL
Di Lîga Super a Spor Totoyê de Galatasarayê li qada xwe Tûrkû Konyaspor 2 - 1 têk bir.
Gola pêşbirkê ya ewil di deqîqeya 16emîn de ji Torkû Konyasporê hat. Recep gola tîma xwe avêt û tîma mêvan li hemberî Galatasarayê 1 - 0 bi pêş ket.
Di deqîqeya 45+4 an de ji Galatasarayê bersiv hat û bi serî lêdana Drogba ve skor bû 1 - 1.
Nîva ewil a pêşbirkê bi vê skorê qediya.
Di nîva duyemîn de bi tenê golek hat avêtin. Di deqîqeya 67an de Bûrak Yilmazê Galatasarayî gola tîma xwe avêt. Piştî vê golê di pêşbirkê de tu gol nehatin avêtin û Galatasarayê li mala xwe Torkû Konyaspor 2 - 1 têk bir û bû xwediyê 3 pûanan.