Emrah Oktay
03 Rêbendan 2023•Rojanekirin: 03 Rêbendan 2023
Lîderê Lîga Super a Spor Totoyê Galatasaray di hefteya 17mîn a organîzasyonê da sibê wê MKE Ankaragucuyê biezimîne.
Pêşbirk li Stada Nefê bi hakimiya Zorbay Kuçuk va wê di saet 20.00î da dest pê bike.
Tîma sor û zer bi 33 pûanî va di lîgê da bi zêdeyiya pûanekî li pêş Fenerbahçeyê lîderê lîgê ye.
Glatasaray wê roja yekşemê bi Fenerbahçeyê ra bileyîze û dixwaze ku di vê pêşbirkê da bi ser keve û lîderiya xwe bidomîne.