Emre Aşıkçı
01 Cotmeh 2025•Rojanekirin: 02 Cotmeh 2025
Di Lîga Şampiyonan ya UEFAyê da pêşbirkên hefteya duyemîn dest pê kir.
Di lîga ku 36 tîm hene da 9 pêşbirk çêbûn.
Tîma Galatasarayê di deqîqeya 16emîn da bi gola Vîctor Osîmhen va 1-0 tîma Lîverpoolê têk bir.
Rahênerê Teknîkê yê Galatasarayê Okan Buruk daxuyand ku di Lîga Şampiyonan ya UEFAyê da wan tîma Lîverpoolê 1-0 têk bir û ew bi ser ketin.
Buruk wiha axivî: "Gola zû hat avêtin ji bo me bû avantaj. Ji bo gola duyemîn jî çend caran şansê me çêbû. Me bi hin pozîsyonan va jî şans da reqîbê xwe. Ez difikirim ku me bi performansa xwe ya giştî ya di tevahiya pêşbirkê va serkeftin heq kir. Serkeftineke pir girîng bû."
Tîma Real Madrîdê jî di pêşbirka ku li Stada Almaty Ortalyky ya li Almatiya bajarê Qazaxistanê hat lîstin da tîma Qazaxistanê Kaîrat 5-0 têk bir.
Real Madrîd di deqîqeya 25emîn da bi gola penaltiyê ya Kylîan Mbappe va bi ser ket û di deqîqeya 52 û 73emîn da bi gola heman futbolîstî va bû xwedî 3 golan.
Di deqîqeya 83emîn da bi gola Eduardo Camavinga û di deqîqeya 90+3emîn da jî bi gola Brahîm Dîaz va Real Madrîdê du golên din jî avêtin û 5-0 bi ser ket.
Real Madrîd bi 6 puanan va derket rêza 2yemîn, Kaîrat jî bi 0 puanê di rêza dawîn da cî girt.
Encamên pêşbirkên ku di vê lîgê da hatin lîstin wiha ne:
Atalanta-Club Brugge: 2-1
Kaîrat-Real Madrîd: 0-5
Inter-Slavîa Prag: 3-0
Chelsea-Benfîca: 1-0
Atletîco Madrîd-Eîntracht Frankfurt: 5-1
Bodo/Glîmt-Tottenham: 2-2
Olîmpîk Marsîlya-Ajax: 4-0
Galatasaray-Lîverpool: 1-0
Pafos-Bayern Munîh: 1-5